Îro, balafireke nenas, erebeyek li ser rêya Balafirxaneya Helebê ya Navneteweyî bombebaran kir.
Li gor dezgehên ragihandinê yên nêzî Şamê, 2 kes di wê êrişê de hatine kuştin.
Çapemeniya girêdayî Hikûmeta Veguhêz dibêje ku 2 kes di wê êrişê de hatine kuştin.
Her wekî tê gotin ku ev êriş ji hêla balafirên Koalîsyon Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê pêk hatiye.
Lê belê heta niha ne koalîsyonê û ne jî tu aliyekî din, ev êriş li xwe negirtiye.



