Îro şewat li kampa penaberên Şengalê ya li Zaxoyê derket.
Di encamê de 3 çadir şewitîn.
Rêveberiya Parastina Sivîl ya Zaxo ragihand ku Îro danê sibehê de li kampa penaberên Şingalê ya bi navê Bêrsîvê ya li zaxo a parêzgeha Dihokê şewat derket.
Li gorî ku agahiyan di encama şewatê de 3 çadir şewitin û ti zirarên canê çênebûn.
Her wiha tîmên agirkuj şewatê kontrol kirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de, gelek xelkênŞengalê koçberî Başûrê Kurdistanê bûn. Bi taybet li parêzgeha Dihokê niştecihbûn.



