Li Derayê ji ber teqîna bermahiyên şer kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn. Li Helebê jî di encama teqîna erebeyekê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li bajar Enexel ê gundewarê bakurê Derayê ji ber teqîna bermahiyên şer kesekî jiyana xwe ji dest û yek jê zarok 3 kes birîndar bûn. SOHR’ê diyar kir ku teqîn li nêzî firina alî di hundirê malekê de çêbû.
Li gorî SOHR’ê, ji 8’ê Kanûna 2024’an heya niha 164 zarok û 42 jin di nav de, 606 kes ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane, her wiha 291 zarok û 21 jin di nav de 633 kes birîndar bûne.
Li gorî çavkaniyên xwecih, duh êvar li taxa Meşhed a bajarê Helebê di cihê vegerhandina erebeyan de, erebeyek “Pickup” teqiya. Di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û hin kes birîndar bûn.
Çavkaniyan destnîşan kir ku di dema lihîmkirina erebeyan de aşkera bû ku çek û cebilxane tê de hene, di encamê de teqîn çêbû.
Li gorî çavkaniyan, dibe hejmara qurbaniyan zêde bibe.



