QSD’ê ragihand ku şervanê wan Fewzî (Mistefa Elî Teharo) li bendava Tişrînê di encama qezaya perwerdeyê de şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta şervanê xwe Fewzî (Mistefa Elî Teharo) ragihand.
Daxuyanî wiha ye: “Hevreyê m Fewzî (Mistefa Elî Teharo) li herêma Bendava Tişrînê dema erka xwe bi cih dianî di encama qezaya perwerdeyê de şehîd bû.
Hevreyê me Fewaz ji malbatek welatparêz e ku ji destpêkê ve tev li şoreşê bû. Hevreyê me tev li Hêzên Komandos ên girêdayê hêzên me bû. Di warê pisporiyên leşkerî de ezmûnên mezin bi dest xist. Her wiha bi ezmûnên xwe yên pratîkî û girêdana bi doza ku ji bo wê tevlê bûye, anku doza parastina şêniyên herêmê, hişmendiya xwe ya welatparêziyê pêş xist. Di taktîkên şer de xwe pêş xist û di demeke kurt di nav hevalên xwe de bû şervanekî bêhempa. Bi exlaqê xwe yên baş û rihê bilind ê hevlatiyê dihat naskirin ku nêzî her kesî bû.
Bila serê malbata şehîd û tevahiya malbatên şehîdên me sax be. Sonda me bi wan re ew e ku bi her şehadetek îsrara me ya domandina meşa wan û tacîrdarkirina serkeftinê zêdetir dibe.”
Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Fewzî
Nav û Paşnav: Mistefa Teharo
Navê Dayikê: Heyfa
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrînê- 5’ê Îlona 2025’an ji ber qezaya perwerdeyê.



