Balafirên şer ên Îsraîlê navendên leşkerî yên Hikumeta Sûriya Veguhêz yên li dora bajarê Humsê û Laziqiyê bombebaran kir.
Li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih duh balafirên şer ên Îsraîlê navendên leşkerî yên Hikumeta Sûriya Vegugêz yên li dora bajarê Hums bombebaran kir.
Ajansa SANA`yê jî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê dora bajarê Humês bombebaran kir.
Telefizyona El Erebî jî diyar kir ku êriş li dijî tugeya parastina hewayî ya li başûr rojhilatê parêzgeha Humsê bû.
Telefizyona Meyadîn jî da zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê Fakulteya Parastina Hewayî ya li herêma Ewras ya gundewarê Humsê bombebaran kir.
Her wiha heta ti agahî der barê encamên bombebaranê de nehatin bidestxistin û ti daxuyaniyek fermi jî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve nehatiye dayîn.
Girêdayî heman mijarê, hate ragihandin ku li bajarê Laziqiyê teqîneke mezin çêbûye.
Li gorî agahiyan, navenda leşkerî ya Seqûbîn ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin.



