Li Pakîstanê bandora baran û lehiyê li milyonan mirovan dike û ji ber herikîna Çemê rayedaran 122 hezar kes tehliye kiriye.
Rayedaran ragihandin ku ji ber barana zêde gelek gund di binê avê de mane û tîmên rizgarkirinê yên bi piştgiriya artêşê zêdetirî 122 hezar kes ji herêmê tehliye kirine.
Rêveberê Giştî yê Desteya Rêvebiriya Karesatên Pencabê Irfan Elî Kathiya diyar kir ku operasyona tahliyekirina awarte li Celalpur dest pê kir.
Hikûmetê bi hezaran xebatkarên rizgarkirinê şandine da ku alîkariya veguhastinê li deverên bin av bûne bikin.
Xelkê herêmê ji rojnamevanan re gotin ku gelek kes hîn jî li ser ban û daran asê mane.
Her çend Pakistanê hîn ji bo alîkariya navneteweyî serlêdan nekiriye jî, Erebistana Siûdî 10 hezar pakêtên xwarinê û 10 hezar kîtên stargehê ji bo malbatên ku ji lehiyê bandor bûne şand.
Lehiyê heta niha bandor li 4 hezar û 100 gundan li seranserê 25 heremên parêzgeha Pencabê kiriye.



