Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê şehîd Lewend Qamişlo li Pakrewangerha Şehîd Delîl Saroxan oxir kir.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Amar Mûsa axivî û got: “Bi rastî şehîd Lewend şehîdekî qehreman û leheng bû. Ji destpêka şoreşê heya roja îro ve li pey şopa birayê xwe, Lewend Qamişlo yê ku li çiyayên azad şehîd bûye, meşiya û di wê rêyê de şehîd bû.”
Di merasîmê de apê şehîd Adil Xelîl jî axivî û got: “Ji bo me meşa di rêya şehîdan de rûmetekî herî mezin e.”
Piştî axaftinê wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin û hevalên Lewend cenazeye wî bi dirûşma “Şehîd namirin” defin kir.



