Encamnameya Konferansa 3’emîn salvegera Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ku di 7’ê Îlonê de li Frankfurtê hate li darxistin bi sernavê ‘Ji nûve Jin, Jiyan, Azadî’ hate eşkerekirin.
Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê konferansa 3’emîn salvegera Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” di 7’ê Îlonê de hate lidarxistin.
Di konferansê de hate bi bîr xistin ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê bersîvek ji bo kuştina Jîna Emînî ji aliyê dewletê ve ye, di heman demê de têkoşîna li dijî cûdakarî, bêedaletî û zextên li Îran û herêmê ku bi salane didome ye.
Encamnameya Konfernasê wiha ye:
”Em wek aktivîst, lêkolîner, hunermend û çalavanên siyasî û civakî ji Kurdistan, Efganistan, Îran, Elmanya û herêmên din ên cîhanê, di salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li Frankfurtê hatin ba hev.
Ji bo carek din balê bikşînin ser nirxên azadî, edaleta civakî, wekhaviya zayendî û rûmeta mirov em li hev kom bûn.”
Di konferansê de li ser van xalan hate nîqaş kirin:
- Rola jinan a navendî ya di lîdertiya tevgera jinan de, ne tenê li Îranê, divê li hemû herêman bê nasîn û bihêzkirin.
- Di nava hêzên azadîxwaz ên li Kurdistan, Îran, Efganistan û herêmên din de piştevanî bê xurtkirin.
- Ji bo yên jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne û girtiyên siyasî lêgerîna edaletê, parçeyek ya şoreşê ye.
- Li dijî mekanîzmayên darvekirinê yên rejîmên otorîter li herêmê û Komara Îslama Îranê û zextan têkoşîna di pêşengtiya xebatên hevpar de.
- Zimanê hafiza, çand û hunerê ya şoreşê, hê zêdetir were piştgirî kirin û belavkirin.
Planên pêşerojî jî evin:
- Têkildarî mijarên edalet, lêgerîna maf, azadiya mafê jinan û sivîlan, civîn û semîner bi awayek rêk û pêk werin li darxistin.
Li dijî darvekirinan û ji bo azadiya girtiyên siyasî kampanyayek navnetewî were destpêkirin.
- Ji bo bihêzkirina tevgerên alîgirê edalet û azadiyê, di giştî cîhanê de xebat werin meşandin.
- Em domandina riya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îlan dikin.Tu zext, nekare dengê gel, ciwan û jinan ya azadî û rûmeta mirovan qîr dike bêdeng bike.
Hatina me ya ba hev bi serê xwe çalakiyek şoregerî ye.”



