Şêniyên taxa Şêx Meqsûd a Helebê di derbarê dayina mafê hviyê ji Rêber Apo re axivîn.
Şêniyan diyar kirin ku divê “mafê hêviyê” ji Rêber Apo re were dayîn da ku pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe û gotin: “Mafê hêviyê ji Rêber re kilîda serkeftina pêvajoya aştiyê ye.”
Emîna Hesen da zanîn ku bi banga xwe ya ji bo aştî û civatek demokratîk, Rêber Apo nîşan da ku ew dixwaze aştiyê pêk bîne û civatek li ser bingeha edalet û demokrasiyê ava bike.
Mewlûda Mihemed diyar kir ku divê dewleta Tirkiyê bi awayeî erênî nêzîkê banga aştî û civaka demokratîk bibe, dev ji polîtîkayên dijminane berde.
Mihemed desnîşan kir ku rêber nêrînên zelal ji bo hêsankirina pêvajoya aştiyê pêşkêş kir, lê dewleta Tirkiyê di zihniyeta xwe de tu guhertin nîşan nedaye.



