Şandeyeke jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana, navenda jineolojiyê, peymangeha kurdî û navenda lêkolînan ya Balçîkayê kir.
Beriya demekê şandeyek ji jinên jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan Ewropayê.
Ew şande ji endama Rêveber a Meclisa Jinan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Muna Yusif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Şehrezad El Casim, Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan ya Suryanî Jorjêt Bersûm pêk tê.
Dema ku şande gihaşt Balçîkayê serdana navenda jineolojiyê, peymangeha Kurdî û navenda lêkolînan kir û bi rêvebra navenda lêkolînan Eyşe El Axa عائشة الآغا û seroka meclisa şaredariya Brukselê re civiya.
Her wiha di hevdîtinan de tecrubeya têkoşîna jinan di şoreşê de, girîngiya xurtkirina zanîsta jineolojiyê, tevlêkirina jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de û avakirina civakeke pirreng li ser bingeha edaletê û wekheviyê hatin nîqaşkirin.
Tê payîn ku wê şande, tevlî çalakiyên cuda li Siwîsra, Almanya, Fransa û Balçîkayê bibin.



