Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên ku di sala 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîda û tevahî gelê Ereb re xwest û soza pêkanîna xeyalên wan da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3gerîlayan eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku hevreyên wan Rohat, Helo û Ezîz di sala 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û got:
“Hevrêyên me Rohat, Helo û Ezîz bi dilzozî gav avêtin nav jiyana modernîteya demokratîk ya ku Rêber Apo hemû gelên bindest li ser bingeha hevpar anî gel hev
Hevreyên me li her cihê ku lê bûn, xwedî li erkên xwe ya şoreşgerî derketin.
Hevreyên me ji bo jiyandina felsefeya Apoyî timî di nava hewldanên bêhampa de bûn.
Heta nefesa xwe ya dawî bi nirxên ku bawer dikirin ve girêdayî man.
Ew bûn mînakên herî berbiçav yên nifşê şoreşgerî yên li Kurdistanê derketiye holê.
Milîtanên bêwestan ên xeta fedaî ya Apoyî hevrêyên me Fermandar Rohat, Helo û Ezîz di dîrokên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîştin şehadetê.
Em weke hevrêyên wan, em soz didin ku erkên şoreşgerî yên ku hevrê Rohat, Helo û Ezîz dewrî me kirine û serketina ferman wan dane me, em ê bi serketinê tacîdar bikin.”
Her wiha di dawiyê de HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîda, gelê Ereb û tevahî Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna xeyalên wan da.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Rohat Rover
Nav paşnav: Azad Akinci
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik – bav: Gulçîn – Nazim
Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Îlona 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Helo Dersim
Nav û paşnav: Keyhan Saedmucîşî
Cihê jidayikbûnê: Kamyaran
Navê dayik – bav: Zuleyha – Huseyîn
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Mijdara 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Ezîz Ereb
Nav û paşnav: Fehîd Ebdil Muhsin
Cihê jidayikbûnê: Raqqa
Navê dayik – bav: Sebah – Ebdil Muhsin
Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Îlona 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê



