Serê vê sibê li Tirkiyê li dijî Can Holdîngê operasyon hate kirin.
Di operasyonê de kanalên televizyonê Haber Turk û Show TV jî di nav de 121 şirket hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin operasyon di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê de pêk hatiye.
Serdozgariya Kuçukçekmeceyê xwediyên Can Holdingê Mihemed Şakîr Can, Kemal Can û Kenan Tekdag jî di nav de biryara binçavkirina 10 kesan da.
Haberturk, Bloomberg û Show TV ên holdîngê jî di nav de 121 şîrket û malên wan hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyan, lêpirsîn ji ber tawanên ‘avakirina rêxistina sûc’, ‘qaçaxçitî’, ‘sextekarî’ û ‘pakkirina nirxên malê xwe ji ber sûc’ hate destpêkirin.
Hate ragihandin ku li şîrketan lêgerîn dewam dike.



