Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê moşekên ku Hûsiyan ji Yemenê avêtine Îsraîlê bê bandor kirin.
DI encamê de 9 kes hatin kuştin û 188 birîn dar bûn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku bersiva êrîşa moşekan da û bê bandor kir.
Li gorî artêşê, Hûsî bi mijara piştgirîdayîna Tevgera Hemasˊê li Xezayê bi moşekan êrişî Îsraîlê dike.
Ev geşedan piştî rojekê di ser bombebarana Îsraîlê ya berfireh li dijî baregehên leşkerî yên Husiyên re pêk hat.
Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hûsiyan duh ragihandibû ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li dijî baregehên Hûsyan li Yemenê de 9 kes hatin kuştin û 118 birîndar bûn.
Berdevkê Wezaretê Enîs El Esbehî der barê mijarê de nivîsek li ser malpera xwe ya (X)ê parve kir. Di nivîsê de hat diyarkirin ku xebatên lêgerîna di bin bermahiyan de li cenazeyan didome.



