Îsraîlê di êrîşên asmanî de baregehên leşkerî yên Hûsiyan li paytexta Yemenê Sana û parêzgeha Cewf kirin hedef.
Wezareta Tenduristiyê ya di bin kontrola Hûsiyan de ragihand ku herî kêm 35 kes hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê li Yemenê li dijî hedefên milîsên Hûsî êrîşên esmanî pêk anîn.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat ragihandin ku paytext Sana û “hedefên leşkerî” yên li parêzgeha Cevf a bakurê welat hatine lêdan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nav hedefên lêdanê de kampên leşkerî yên ku Hûsî ji bo “çalakiyên terorê” bikar tînin, baregeheke leşkerî ya ku ji bo têkiliyên gelêrî tê bikaranîn û saziyeke sotemeniyê hene.
Artêşê ragihand ku ev êrîş bersiveke li dijî êrîşa dawî ya Hûsiyan a li ser Îsraîlê ye.
Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê daxuyandibû ku mûşekek ji Yemenê hatibû avêtin bêbandor kirine.
Beriya wê jî dronek ku ji aliyê Hûsiyan ve hatibû şandin bêbandor kiribûn.
Israel Katz: Husî di êrişa li Yemenê de derbeyek bi êş xwarin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku bi êrîşa îro li Yemenê li milîsên Hûsî “derbeyeke biêş” hate xistin.
Katz di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got:
“Destê dirêj ê dewleta Îsraîlê dê bigihêje her cihê ku teror lê heye û li her deverê ku ji bo hemwelatiyên me tehdît çêdike, dê li terorê bixe.”
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan Anees Alashabi diyar kir ku bîlanço dibe ku zêde bibe û got:
“Di êrîşa siyonîst de 35 kes mirin, 131 kes jî birîndar bûn.”
Di daxuyaniya destpêkê de hatibû ragihandin ku 9 kes mirine. Ji bo windahiyên di binê xirbeyan de karê lêgerînê dewam dike.
Beriya vê daxuyaniyê, televîzyona El Mesîra ya di bin kontrola Hûsiyan de ragihandibû ku di encama êrîşa li Sanayê de baregeheke leşkerî hatiye lêdan û kesên jiyana xwe ji dest dane hene.
Lê di nûçeyê de hejmara mirî û birîndaran nehatibû diyarkirin.
Hat ragihandin ku avahiyên li nêzî baregeha leşkerî jî di êrîşê de zirar dîtine.
Şahidên li Sanayê ragihandin ku li gelek deverên bajêr teqînên xurt bihîstine, agir û dûman dîtine.
Ofîsa medyayê ya Hûsiyan jî ragihand ku di êrîşa li paytexta parêzgeha Cevf, Hazmê de, avahiyên hikûmetê hatine lêdan.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Seri diyar kir ku serhildêran li dijî balafirên şer ên Îsraîlê bi mûşekên ji erdê ber bi esmanî ve bersiv dane.
Ji Cotmeha 2023’yan û vir ve, piştî destpêkirina şer li Xezayê, milîsên Hûsî yên bi piştgiriya Îranê ji bo piştgiriya Hamasê bi mûşek û balafirên bê mirov êrîşî Îsraîlê dikin.
Îsraîl jî bi êrîşên li ser cihên Hûsiyan li Yemenê bersivê dide.
Di dawiya meha Tebaxê de, serokwezîrê hikûmeta Hûsî ya li Yemenê Ahmed Galib Rehavi û gelek wezîr di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de hatibûn kuştin.



