Droneke Îsraîlî di navbera gundên Eyn Beal û Bazûriya li başûrê Libnanê motorek hedef girt.
Di encama êrîşê de kesek hat kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku balafirên keşfê yên Îsraîlê firînên xwe li ser bajarê Tîrê, gundên derdorê û Çemê Lîtanî zêde kirine.
Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê îro dibistanek ku ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet li taxa Ebû Tuwîl a li derdora Ayta el-Şeab teqandin.
Di demên dawî de êrîşên Îsraîlê li başûrê Beyrûtê zêde bûye û li wê herêmê wesayîteke sivîl rastî êrîşa Îsraîlê hat.
Tevî agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê jî, hêzên Îsraîlê hema bêje rojane başûr û rojhilatê Lubnanê bombebaran dike.



