Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di 24 saetên dawî de li Xezayê 7 kesên din ji birçîbûnê mirine.
Her wiha di êrişan de jî 72 kes hatine kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Xezayê, ji ber birçîbûnê û kêmbûna xwarinê, 7 kes jiyana xwe ji dest dane.
Li gor vê ji destpêka şer ve li Şerîda Xezayê kesên ji birçîbûnê mirine gihiştiye 411’an ku 142 ji wan zarok in.
Di 24 saetên dawî de li Xezayê 72 kes hatin kuştin
Ji aliyê din ve, di daxuyaniyê de hat gotin ku di 24 saetên dawî de li Şerîda Xezayê 72 mirî û 356 birîndar hatine nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku ji destpêka şer ve hejmara kesên mirine gihîştiye 64 hezar û 718’an, û hejmara birîndaran jî gihîştiye 163 hezar û 859’an.



