Federasyona Gaziyên Şer a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan a aştiyê, hêviyê dide û bangeke durist a avakirina cîhaneke bi edalet û mirovahî ye.
Federasyona Gaziyên Şer a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke girseyî bi gaziyên şer û malbatên wan ên kantonên Tebqa, Efrîn û Şehbayê li hola pakrewangeha bajarê Tebqayê li dar xist. Di civînê de geşedanên siyasî hat nîqaşkirin û girîngî bi yekitiya gelan hat dayîn.
Di serî de rêveberê federasyonê Egîd Efrîn geşedanên herêmî û navneteweyî şîrove kirin û diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan mînaka rastîn a alternatîfa modernîteya kapîtalîst û fikrê neteweperwerî ye û rêbaza guncaw a bidawîkirina alozî û şeran e.
Di civînê de bal li ser îsrara hikumeta AKP’ê ya redkirina çareseriyê û li ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê hat kişandin.
Her wiha destwerdanên dewleta Tirk a dagirker nexasim astengkirina peymana 10’ê Adarê hate destnîşankirin û soza domandina têkoşînê ji bo parastina destkeftiyan hat dubarekirin.
Endamê federasyonê yê Tebqayê Hafiz El Hemûd û nûnera kantona Efrîn û Şehbayê Darîn Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de girîngî bi projeya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn û hat diyarkirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan merca sereke ya serkeftina pêvajoyên aştiyê bi dewleta Tirk a dagirker û Rojhilata Navîn re ye.



