Konferan komînan vê carê li Rimêlanê bû.
Welatî bi dirûşmeya “Komîn bingehê avakirina Aştî û civaka Demokratîke” hatin gel hev, pirsgirêkên li pêşiya komînan û rêbazên derbaskirin û pêşxistinê nîqaş kirin.
Konferans bi beşdariya gelek kesan birêveçû.
Beşdarvanan pirsgirêkên li pêşiya komînan, bi taybetî di aliyê rêxistinî û hemahengiyê de vegotin.
Her wekî diyarkirin ku divê tevahî komîteyên komînan, bi taybetî jî komîteyên parastinê werin aktîfkirin û rola komînan wekî lêvegera bingehîn a xebata civakî were sepandin.



