Hêzên Îsraîlê bi 18 erebeyên leşker ket gundewarê rojavayê Derayê û operasyoneke serdegirtinê pêk anî.
Rojnameyek Îsraîlî aşkere kir ku artêşa Îsraîlê opersyoneke leşkerî yên berfireh di xaka Sûriyê de pêk anî.
Hate gotin opersyon 14 saetan dewam kir û hêzên Îsraîlê 38 kîlometreyan di xaka Sûriyê de pêşve hat.
Di encamê de miqdarek mezin a çek û cebilxaneyên li bargehên rêjîma Sûriyê ya berê, hat rakirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên Îsraîlê bi 18 erebeyên leşkerî ket gundewarê rojavayê Derayê û li gundên Seysûn û Cemleyê operasyonên kontrol û serdegirtinê pêk anîn.
Hate diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê li gundê Seysûnê bi ser malan de girtin û li çekan geriyan.
Îsraîlê operesyonek berfireh li Sûriyê pêk anî
Duh jî Rojnameya Îsraîlî ya “Yedioth Ahronoth” ragihand ku artêşa Îsraîlê opersyonek berfireh di hundirê xaka Sûriyê de pêk anî.
Li gorî rojnameyê opersyon 14 saetan dewam kir û bi dirêjiya 38 kîlometreyan hêzên Îsraîlê derbasî xaka Sûriyê bû.
Rojnameyê destnîşan kir ku bi sedan leşkerê Îsraîlî cihê xwe di opersyonê de girtin.
Di opersyonê de 2 baregehên rejîma berê ya Sûriyê hatin hedefgirtin.
Artêşa Îsraîlê di opersyonê de miqdarek mezin a çek û cebilxaneyan girt, di nav de fûzeyên li ser milan têne rakirin, topên hawan, 2 tangên kevin û kamyonên çekan ji bo Hizbullah Lubnanê hatibûn şandin, hene.
Rojnameyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê di opersyonê de 3.5 ton çek û ceblixane rakir.



