Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê amadekariya lidarxistina hilbijartinên “Meclîsa Gel” dike.
Li gorî hatiye gotin, wê hilbijartin di dawiya Îlonê de werin lidarxistin.
Lidarxistina hilbijartinan di rewşeke nezelel de û tu misogeriya rast ji bo beşdarbûna rast a gel re nîne wê pêk bên.
Çavdêr dibêjin ev hilbijartinên şeklî ne û tu guhertinan bi xwe re nayîne.
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Newar Necma derbarê mijarê de got ku daxwaznameyên namzetan hatine girtin, têne lêkolînkirin.
Li bendê ne; lîsteyên dawî werin ragihandin.
Li aliyê din çavdêran lidarxistin van hilbijartinan li Sûriyê şeklî bi nav kir û gotin ew ê tu guhertinan bi xwe re çênekin.
Her wekî dibêjin biryarnameya Ehmed El Şeri ya erêkirina rêziknameya hilbijartinan ji bo xweşkirina şeklî pêk hatiye.
Ev di demekê de ku Sûriyê di aloziyên siyasî û aborî yên kûr de ne. Ev jî dihêle ev hilbijartin ji wate û naveroka xwe ya demokratîk dûr bikevin.



