‘Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Apo’ dest bi komkirina îmzeyan kir.
Ev yek jî di çarçoveya pêngava ‘Ez dixwazim hevdîtinê bi Rêber Apo re bikim’.
Di vê derbarê de Berdevkê ‘Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiyê Rêber Apo ‘Bekir Ceradê axivî.
Li gor wî Rêber Apo kilîta çareseriyê ye, ji lewra her kes êdî dixwaze Rêber Apo bibîne.
Bekir Ceradê diyar kir ku Rêber Apo çareseriye ji qeyranên li Rojhilata Navîn re dibîne.
Bekir anî ziman ku Banga Rêber Apo bandor li tevahiya cîhanê kir.
Lewma gel û azadîxwaz di wê hêviyê de ne ku êdî Rêber Apo bibînin.
Hêjayî gotinê ye ku heta niha jî li seranserê herêmê pêngav dewam dike.
Wê ev îmzeyên bên komkirin ji Neteweyên Yekbûyî, CPT û wê ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re bêne şandin.



