Malbatên şehîdan ên ji Tebqayê û malbatên şehîdan ên ji Efrîn û Şehbayê yên li Tebqayê dimînin, tecrîd şermezar kir û got “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêwîstiyek siyasî û exlaqî ye.”
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Koçberên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Adullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.
Bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê, daxuyanî li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê ji hêla hevserokê meclisê yê Tebqayê Mehmûd El Sayil ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a zêdetirî 26 salan sûcekî hovane ye, berdewamkirina vê tecrîdê dozeke şexsî nîn e. Lê ew kiryar li dijî vîna bi milyonan kesî û alîgirên demokrasiyê yên li herêmê û cîhanê ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberekî siyasî ye, bûye sembola fikreke hewl dide civakeke li ser edaleta civakî, wekhevî û rêgeza biratiya gelan ava bike.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku desthilatdarên Tirkiyeyê red dikin ku bersiva wan însiyatîfan bidin û di berdewamkirina tecrîdê de bi israr in. Ev jî rewşê girêktir dike û aştiya mayînde asteng dike.
Di dawiya daxuyaniya malbatên şehîdan de hat gotin: “Em bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, Maclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê vê tecrîdê şermezar dikin û daxwaza berdana wî dikin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî ne daxwazeke mirovî ye, lê pêwîstiyek siyasî û exlaqî ye ji bo pêkanîna siberojeke ewle ji hemû gelan re.”



