Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê bîryara Komîteya Wezîran ya KE ya derbarê mafê hêviyê daxuyanî da û diyar ku divê meclisa Tirkiyê tavilê ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe û bibe qanûn.
Di daxuyaniyê de, civîna Komîteya Wezîran, di navbera 15-17’ê Îlonê de hate bibîrxistin ku di biryara xwe ya têkildarî ‘Mafê Hêviyê’ de bang li Tirkiyê kir ‘gavên pêwîst bi lez biavêje’ û heta Hezîrana 2026’an agahiyan bide.
Hate bibîrxistin ku Rêber Apo 27 sal in di bin tecrîdê de ye û 12 sal in jî bîryarên DMME’ê bi cih nehatine anîn û hate gotin:
“Birêz Ocalan, di hevdîtina bi parêzeran re ya 15’ê Îlonê de îşaret bi Komîteyê kir û got; ‘Eger cidî û ji dil bin, dikarin di çareseriyê de rol bilîzin lê eger nebin, wê serî li rêbaza mijûlkirinê bidin.”
Her wekî hat gotin ku komîteyê, komîsyona di bin sîwana meclisê de hatiye avakirin, girîng dîtiye û dibêje,
“Bi biryara Komîteyê careke din piştrast bû ku divê komîsyon li gorî vê girîngiya xwe tevbigere.
Divê gava ewil ew be ku di mijara mafê hêviyê de, di qanûnan de sererastkirin bên kirin.



