Li komelgeha Sîba Şêx Xidir a ser bi bajarê Şengalê ve goreke komî hate dîtin.
Li cihê gora komî nasnameya welatiyek ji Sîba Şêx Xidir hate dîtin.
Gora komî duh dema şeniyên komelgaha Sîba Şêx Xidir di navbera komelgeha Sîba Şêx Xidir û nahiya Tilizêr de ax ji bo xaniyên xwe çêbikin bi kepçê bar dikirin, rast, cilûberg û hestiyên aîdê mirovan hatin.
Di gora komî de nasnameya aîdê Seydo Ebas Çûko ku hemwelatiyê komelgeha Sîba Şêx Xidire û ji dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ve windaye dinav axê de hatiye dîtin.
Li Şengalê dema derketina gora komî hate bihistin, malbatên cangoriyên fermanê û saziyên sivil ên Şengalê hatin cihê gora komî.
Malbat û berpirsên saziyên sivil ji hukumeta Federal a Iraqê xwestin ku demekî zûtir timên liser gorên komî kar didin maşandin bên avakirin.



