Piştî ku ajokarê kamyoneke alîkariyên mirovî gule avêtin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, Îsraîlê deriyê yekane yê ser bi Urdunê ve girt.
Îsraîlê îro (19 Îlon 2025) deriyê yekane yê di navbera Şerîaya Rojava û Urdunê de girt.
Tu aliyekî êrişa li dijî derî, negirt ser xwe.
Derî rêya sereke a bazirganiyê ya di navbera Urdun û Îsraîlê de ye û deriyê yekemîn e ku zêdetirî 3 milyon filistîniyên li Xezayê xwe têre bigihînin Urdun û cîhanê.
Girêdayî mijarê, berpirsekî Nexweşxaneya Ewde ya li Şerîda Xezayê ragihand ku di 24 saetên dawîn de 6 kes di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.
Rêxistinên hiqûqî diyar kiribû ku êrişên li dijî navendên belavkirina alîkariyên mirovî dibin sedema birçîbûnê û heqareta li dijî welatiyan.
Heta niha hejmara kesên li navendên alîkariyan jiyana xwe ji dest daye, gihaştiye 2 hezar û 497’an û zêdetirî 18 hezar kes jî birîndar bûne.



