Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz careke din mayîna hêzên xwe li başûrê Lubnanê anî ziman û got DYA bixwaze jî ew hêzên xwe venakişînin.
Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz careke din ragihand ku artêşa Îsraîlê ji başûrê Lubnanê venakişe.
Katz di daxuyaniyekê de ku îro parve kiribû, got: “DYA bixwaze jî em hêzên xwe ji başûrê Lubnanê venakişin. Em ê nehêlin 200 hezar niştecihên mêtingehên bakur wekî berê gefan bixwin.”
Katz anî ziman ku artêşa Îsraîlê dê ji “herêma ewlehiyê” ya li Sûriye û Lubnanê dernakeve.
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî got: “Dan û standinên ku ji roja sêşemê ve li Washingtonê bi Lubnanê re didomin, dîrokî û pir girîng in.“
Saar got Hizbullah gefê li ser serxwebûna Lubnanê û ewlehiya Îsraîlê dixwe.
Serokwezîrê Lubnanê Newaf Salam jî di daxuyaniyên îro de anî ziman ku “pirsgirêka bêçekkirina Hizbullahê ne ji bo razîkirina Îsraîlê ye.”



