Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partî îro derbarê bîryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser ‘Mafê hêviyê’ daxuyanî da.
Hevberdevkê Komîsyonê Ozturk Turkdogan diyarkir desthilat, meclis û her saziyên berpirsyar divê demildest gavan bavêjin.
Ozturk Turkdogan bi bîr xist tevî 11 sal bi ser biryara komîteyê derbas bûnê jî, ji aliyê Tirkyê ve tu gav nehatinê avetin û Rêberê Apo û bi hezaran kes ji ber vê yekê bandor dibin..
DEM Partî: Divê mafê hêviyê bi lez bê pêk anîn
Turkdogan destnîşan kir ji bo pêkanîna ‘mafê heviyê’ hewcehî bi guhertinên qanûnî yên pêwîst heye û got:
“Divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi lez bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike û ji bo pêkanîna ‘mafê hêviyê’, qanûnên Entegrasyona Demokratîk nîqaş bike û pêşniyarên xwe pêşkêş bike.”
Turkdogan ji Wezareta Edaletê xwest ji bo pêkanîna ‘mafê hêviyê’ gavan biavêje û da zanîn ji bo serketina Pêvajoya Aşitiyê û Civaka Demokratîk, pêkanîna tenduristî, ewlehî û şertên azadiyê yên Rêber Apo mecbûriye û got,
“Divê mafê hêviyê bi lez û bez bê pêkanîn.”



