Rayedarên Iraqê ragihand ku di operasyoneke hevbeş a Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî de serçeteyekî DAIŞˊê hate kuştin.
Ev serçetê bi navê Ebdurehman El Helebî berpirsê “operasyon û ewlehiya derve” ya DAIŞ’ê bû û li kêleka wê jî berpirsê plankirin û çavdêriya li “Wîlayetên Dûr” bû.
Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê ragihand ku serçete Ebdurehman El Helebî destê wî di teqandina balyozxaneya Îranê ya li Lubnanê de heye.
Her wekî hewl daye êrişên terorîstî li Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk bîne, lê bi hewlên îstîxbaratî hatine têkbirin.
Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê got “piştî şopandina îstîxbaratî ya çend mehan dirêj kiriye, cihê wî hatiye diyarkirin.
Piştre jî hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi êrişeke hewayî ew kuştiye.
Saziyê dawiyê de, diyar kir ku kuştina El Helebî ji bo DAIŞˊê xisareke stratejîk a mezin e.
Hêjayî bibîrxistinê ku di operasyonên 2 mehên borî de 6 serçeteyên DAIŞˊê hatine kuştin.



