Şerê Rûsya û Ûkraynayê bê navber dewam dike û encamên wê jî giran dibe.
Şevê din Rûsyayê li dijî gelek herêmên Ûkraynayê êrişeke berfireh ya ezmanî pêk anî.
Rayedarên Ûkrayaynê ragihain Rûsyayê bi 580 balafirên bê mirov û 40 fuzeyan gelek herêmên Ûkraynayê bombebarankirin.
Hat diyarkirin di êrişan de; 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Şerê Rûsya û Ûkraynayê bi dijwarî dewam dike.
Rûsyayê şevê din bi balafirên bê mirov û fuzeyan êrişeke berfireh li dijî Ûkraynayê pêk anî.
Serok Dewletê Ûkraynayê Vladimir Zelensiy îro derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî da.
Zelenskiy: Rûsyayê bi 580 balafir û 40 fuzeyan êriş kir
Zelenskiy ragihand ku Rûsyayê di tevahiya şevê de bi balafirên bê mirov û fuzeyan êrişeke mezin pêk anî û di encama êrişan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Zelenskiy diyar kir Rûsyayê bi 580 balafirên bê mirov û 40 fuze gelek binezasiyên li deverên cuda yên Ûkraynayê bombebaran kirin û got,
“Ev êriş ne mecburîyeteke leşkerî ye, Rûsya ji bo sivîlan terorîze bike û binesaziyên me tune bike, stratejiyeke bi zanebûn e.”
Zelenskiy careke din bang li welatên Ewropayê kir ku hê zêdetir alavên parastina ezmanî bişînin Ûkraynayê û pêkanînên giran li Rûsyayê ferz bikin.
Rayedarên Ûkraynayê jî eşkere kirin di encama êrişên bi fuzeyan de li bajarê Dnipro avahiyek hatiye armanc girtin, kesek miriye û 26 kes jî birîndar bûne.
Rayedaran diyarkirin li herêmên bakurê Ûkraynayê jî 2 kes mirine.
Hat ragihandin êrişên ezmanî yên Rûsyayê di tevahiya şevê de bi rengê du pêlan û 11 saetan dewam kirine. Her wiha hate diyarkirin hêzên ezmanî yên Ûkraynayê 552 balafirên bê mirov û 31 jî fuze bê bandorkirine.



