Meclisa Olî a Helebê û Kongreya Îslama Demokratîk forumek li Helebê li dar xist.
Forum bi sernavê “Nêrîna siyasî û olî ya Kongreya Îslama Demokratîk der barê avakirina Sûriyeya nû de“ bi tevlêbûna siyasetmedar, oldae û nûnerên saziyên civaka sivîl, li hola Meclisa Sûriyeya Demokratîk hat lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Kongreya Îslama Demokratîk û rêvebera Ofîsa Jinan a Meclisa Olî ya Helebê Nisrîn Îbrahîm beşe yekem ya forumê bi rê ve bir.
Di beşa yekem de Nisrîn Îbrahîm nêrîna îslama demokratîk ji bo avakirina Sûriyeyek nû vegot û got li Sûriyeyê li dijî hin pêkhateyan gotara nefretê hatiye kirin û mizgeft û saziyên olî wek platformên nefretê û tundiyê hatine bikaranîn.
Nisrînê diyar kir ku ev kiryar aştiya civakî û nirxên jiyana hevbeş têk dibe û Kongreya Îslama Demokratîk bi tundî li dijî van kiryaran e.
Beşda duyemîn, têkildarî danasîna Kongreya Îslama Demokratîk bû û ji hêla endamê Meclisa Olî şêx Yihya Mehmûd ve hate şîrovekirin.
Şêx Mehmûd destnîşan kir ku îslama demokratîk alternatîfek pratîk a tundî û tundrawiyê ye. Ew ol û berpirsiyariya civakî bi hev ve girê dide û diyalog û şêwirdariyê wek rêyeke ji bo çareserkirina nakokiyan dibîne.
Piştre beşdarên forumê nêrîn û pirsên xwe der bare nêrîna îslama demokratîk a li ser olên din anîn ziman.
Di dawiya forumê de rêveberê Meclisa Olî ya Helebê şêx Elî El Hesen bersiva pirsên beşdaran da.



