Li bajarokê Xenameyê yê Dirbêsiyê 2 komîngeh hatin vekirin.
Meclisê li gundê Sorsork komîngehek bi navê Şehîd Cîhad Miêş û li gundê Rîhanyê jî komîngehek bi navê Şehîd Hemze vekirin. Di merasîmê vekirina her du komîngehan de endamên saziyên sivîl û meclisên bajarokê Xenamiyê amade bûn.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Hate diyarkirin ku komîn bingeha avakirina civaka demokratîk in û avakirina wan berpirsyariya herî kesî ye. Di axaftinan de îşaret bi rola komînan di xurtkirina têkiliyên civakî, bicihanîna pêdiviyên civakî û avakirina civakeke demokratîk de hat kirin.



