Agirê ku destpêkê tenê li lazqiyê bû, niha li Tertûs û Himsê jî belav bû.
Agir gefê li qadên kesk yên li herêmên navborî dixwe.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovana a Sûriyê ragihand ku agir li herêma Cebel el-Sayeh li gundewarê Himsê belav bû,
Bi taybetî li Wadî el-Nasara yê li gundewarê Humsê,
Di navbera gundê el-Kefrûn û Daratî yên li gundewarê Şêx Bedir ê Tartûsê de agirekî mezin derket.
Li gundewarê Qerdeha li Çiyayên Laziqiyê, agirek mezin li gundê Ziniyo derket.
Bayên bihêz hişt ku agir zû belav bibe, kontrolkirina wê jî dijwar kir û hîna jî nehatiye vemirandin.



