Şêniyên bajarê Til Hemîsê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Raxib Birak El Hebîb, li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê spart axê.
Şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê îro bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Raxib Birak El Hebîb ku di 21`ê Îlonê de ji ber krîza dil şehîd bûbû, spart axê.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê axivî got: “Şehîd namirin, lê di bîra gelan de dimînin. Şehadet ne tunebûn an mirin e.”
Endamê Hêzên Xweparstinê Mihemed El Ehmed, behsa hin taybetmendiyên şehîd Rexîb kir û got: “Şehîd wateyên herî bilind ên dîsîplîn û fedakariyê temsîl dikir. Wî fêrî me kir ku leşkertî ne tenê tifingek e, lê belê ruh, wefadarî û biryardariyeke bêdawî ye.”
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Taha El Hisên jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û behsa cih û rûmeta şehîdan a di ola îslamê de kir.
Pitştî axaftinan belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Piştî nimêja cenaze, cenazeyê şahîd spartin axê.



