Li Hemayê 11 sivîl bi çekên çekdarên nêzî Hikûmeta Veguhêz birîndar bûn.
Li gor çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, li gundê Hewrat Emûrîn ê gundewarê Hemayê bêtirî xwe elewî dijîn û şêniyên gund bang dikin wan ji vê êrişî rizgar bikin.
Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku li 7 gund û bajarokên Hemayê, êrişeke çekdarî pêk hat, di encamê de, 11 sivîl birîndar bûn, rewşa hinekan xerab e.
Her wekî da zanîn ku karwanekî leşkerî yê Wezareta Parastinê derbasî gundê Ên Werd û Rimêlê bûn û tirs li nava welatiyan belav kirin.
Her wekî li gundê Hewrat Emûrîn jî piştî destdirêjiya li keça bi navê Rewan, mal û milkên gundiyan hatin şewtandin û dizîn.
Ev bûyer piştî wê yekê hat ku dîmenekî êşkencekirina endamekî Ewlekariyê belav bûye û bi eslê xwe ji bajarê Cebel El-Zawiyê yê Idlibê ye.


