Li kolanên New Yorkê, nerazîbûn li hemberî Ehmed El-Şeri hene.
Hejmarek ji kesayetên Sûrî, pêngavek da destpêkirin û li gor wê dê wesayitan li kolanan bigerînin û li ser wan sûc û komkujiyên ku Hêzên Hikûmet Veguhêz kirine, nîşanî her kesî bidin.
Di pêngavê de, komkujiyên ku di mehên dawî de li Sûriyê hatine kirin belge dikin û bi belgefîlman nîşan didin.
Endamên civatê gotin ku di 3 rojên bê de, 26 wesayît dê li kolanan bigerin, ew jî bi qasî hejmara şandeya rayedarên hikumeta veguhêz dike.
Ji bilî wê, li dijî kiryarên El Şeri û kumkujiyên dijî welatiyan, çalakiyên girseyî hatin li dar xistin.



