2 hezar û 320 xwendekarên beşa zanistî ji bo ku derbasî zanîngeh û peymangehên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê (taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê) bibin, ketin ezmûnan.
Îro li 9 navendên ezmûnan ên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Girkê Legê (Rimêlan), Kobanê, Reqa û Heleb (taxa Eşrefiyê) xwendekarên beşa zanistî yên ku dixwazin derbasî Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobaniyê û Zanîngeha El Şerq û her wiha peymangehên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, ezmûn pêşkêş kirin.
Ezmûn tenê ji bo xwendekarên beşa zanistî ne û ew ji bo qebûlkirina wan ji aliyê zanîngehan ve, pêk tê.
Li gorî Komîteya Hevyazbariyê (mufadele) ya sala nû ya hîndekariyê (2025-2026), 2 hezar 320 xwendekar ezmûn pêşkêş kirin.
Encamên ezmûnê dê 1`ê Cotmehê bên şkerakirin û di 2`yê Cotmehê jî dê xwendekar daxwazên xwe tomar bikin.



