Dibistana Pilingên Taywekando ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî Turnuveyekê ya li Urdunê bûn û lîstikvanên wê xelatên zêrîn wergirtin.
Duh li Urdunê Turnuvek navneteweyî a Taywekando hate lidarxistin.
Turnuvek li Hola El-Emîr Fêsel ya li paytexta Urdunê Eman pêk hat.
Di vê turnuvekê de tîmek ji dibistana Pilingên Taywekando ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî amede ye.
Di wê pêşbirkê de, 2 xelatên zêrîn ji bo lîstikavanên dibistanê Elî Mihemed û Alav Hesen hatin dayîn.
Ev tîm gelek caran di pêşbirên li Turnuvê de bi serketin.
Dibe ku Tîma dibistana Pilingên Taywekando a navneteweyî piştî 2 an 3’ê rojan ev bighêje bajarê Hesekê
Ev Dibistana teywekando ji serê salê û heta niha 2 xelatên zêrîn, xelatek zêvîn û 5 xelatên bironz bi dest xistine.



