Artêşa Îsraîlê doh li başûrê Lubnanê depoyên çekan ên Hizbullahê hedef girt.
Her wiha artêşê ragihand ku di êrişên hewayî yên li başûrê Lubnanê de 2 fermandarên Hizbullahê hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê duh ragihand ku wan êrîşî depoyên çekan ên Hizbullahê li başûrê Lubnanê kiriye.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Ella got:
“Di demên dawî de, Fermandariya Bakur a Artêşa Îsraîlê êrîşên hewayî li ser depoyên çekan ên Hizbullahê li başûrê Lubnanê pêk anîn, ku rêxistin wan ji bo pêkanîna kiryarên terorîstî li dijî Dewleta Îsraîlê bikar tîne.”
Ella diyar kir ku hebûna vê binesaziyê binpêkirina peymanên di navbera Îsraîl û Lubnanê de ye.
Îsraîl: 2 Fermandarên Hizbullahê hatine kuştin
https://hawarnews.com/kr/israil-2-fermandaren-hizbullahe-hatine-kustin
Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişên hewayî yên li başûrê Lubnanê de 2 fermandarên Hizbullahê hatine kuştin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee wiha got:
“Hêzên me fermandarê yekîneya topavêj Mihemed Ebas Şasua li herêma Soxemor ê başûrê Lubnanê hedef girt û kuşt.”
Adraee ragihand ku Mihemed Hisên Yasîn ku efserekî mezin ê yekîneya topavêj a Hizbullahê ya li herêma Şiqeyêf kuştiye û got:
“Wî li herêma Celîl û Kiryat Shmona planên terorîst bi pêş dixstin û li ser vegerandina şiyana yekîneyê li herêma Şiqeyêf û veguhastina çekên başûrê çemê El Lîtanî dixebitî.”



