Di meha Îlonê de 3 kes di girtîgehên hikumeta veguhêz ya Sûriyê de di bin îşkenceyê de hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand:
Di girtîgehên Wezareta Hundirîn ya Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê di Îlonê de 3 kes ji ber îşkence û lêdanê hatine kuştin.
Li gorî SOHR`ê yek ji wan girtiyan ji Mesakin Berzê ye.
Yê din jî ciwanekî xiristiyan bû ku ji gundê Kefra ya Wadî El Nasara ye.
Piştî 15 rojan di girtîgeha Balona ya Humsê de ji ber îşkenceyê hat kuştin.
Her wiha yê sêyemîn jî elewî ye û ji taxa kerim Şemşem ya bajarê Humsê ye .
Ji Adarê de ji aliyê hêzên hikumeta veughêz hatibû revandin û 29`ê Îlonê de cenazeyê wî di nexweşxaneya El Welîd de hate dîtin.
Bi vê daneyê re ku SOHR`ê parve kiriye, ji 8`ê Kanûna 2024`an ve, di girtîgehên hikumeta veguhêz de, 59 girtî di bin îşkenceyê de hatin kuştin.



