Tenê di Îlona 2025ˊan de 267 kes hatin kuştin.
Ev kes li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyê de û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk, hatin kuştin.
Ev bûyerên kuştinê, li Şam û gundewarên wê, Hums, Hema, Laziqiyê, Heleb, Tertûs, Idlib, Dera û Dêrazorê rû dane.
Sedemên van kuştinan jî; êrişên li ser nasnameyên mezhebî, êrişên ji aliyê kesên nenas ve hatine kirin.
Li gundê Um Tîna yê bajarê Dêr Hafirê yê li rojhilatê Helebê jî, çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz komkujiyek pêk anî.
Di encamê de 8 kes hatin qetilkirin.
Her wiha di encama teqînan mayîn, bermahiyên şer derdora 20 zarok û nêzî 15 jinan jiyana xwe ji dest dan.



