Li Endonêzya ye dibistaneke hilweşiya nêzî 100 xwendekar di bin kavilandan man 3 kes mirine û bi dehan birîndar bûn.
Desthilatên Endonêzya ragihand ku hîna nêzî 100 xwendekarî di bin kavilên Dibistana Îslamî ya Hundirîn a li Javaya Rojhilat de mane. Ew dibistan roja duşemê dema xwendekaran nimêj dikir bi ser wan de hilweşiya.
Desthilatan aşkera kir ku heta niha herî kêm 3 kes mirine û zêdetirî 100 kesî birîndar bûye.
Zêdetirî 300 endamên rizgarkirinê ji saetên sibehê ve hewl didin wan rizgar bikin.



