Desteya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel a Tirkiyê ji ber gotina bi zimanê Kurdî ku li ser forma xwe nivîsandine, careke din ceza li Amed Sporê birî.
Desteyê vê carê jî ji ber ku Amed Spor bi heman formayê bi tîmeke Tirkiyê ya bi navê Sariyer re lîst bi heman hêcetê dîsa 100 hezar lîre ceza da.
Desteya Disiplînê ya Futbola Profesyonel beriya niha jî bi hinceta ku Amedspor di maçekê de bi formaya ku gotina bi Kurdî “Koma me bona we ye” li ser, derketibû qadê, 110 hezar TL cezayê pereyan dabû.
Ev ceza jî bi hinceta “li dijî fermana ekîpmana sportîf e” dabû.



