Hêzên Hikûmeta Veguhêz avakirina bendên axê li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dikin.
Îro hinek dîmenên nû gihaştine ber destê me ku tê de xuya dibe rêya di navbera Parka Eşrefiyê û Çerxerêya Şêxan û rêya Cendûl tê girtin,
Bi vê gavê re, êdî bendê kontrolê yê hevbeş li Çerxerêya Cendûl ji kar dikeve.
Berî niha jî bendên axê li Çerxerêya Lêremûn hatin avakirin û pê re bendê kontrolê yê hevbeş li wê deverê jî ji kar sekinî.



