Îro konferansa komînan li bajarê Holê bû, di encamnameya dawî ya konferansê teqezî bi xurtkirina hevkariyê di navbera komîn û saziyên din de hate kirin.
Konferansa 1’emîn a Komînan li bajarokê Um Hucêra yê Holê pêk hat.
Di konferansê de, karê komînan di nava salekê de û pêşxistina xebatên xizmetguzarî hat nirxandin.
Kesên axivîn diyar kirin ku sîstema komînan dikare sîstema demokratîk ji civakê re misoger bike.
Piştî nirxandinan, pêşiniyar hatin kirin hatin kirin û konferans bi vê encamnameyê bi dawî bû:
- Rola komînan wekî bingeha avakirina civaka demokratîk were xurtkirin.
- Mekanîzmên karê komînan li gorî Peymana Civakî werin pêşxistin.
- Hevkariya di navbera komîn û saziyên din de were xurtkirin.



