Li bajarê Helebê Nivîsgeha Têkiliyan ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê ji bo pêşxistina diyaloga li Sûriyê û nirxandina Peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê civînek lidarxist.
Civîn bi durişmeya “Peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê, Ber bi Hevkariyeke Neteweyî û Rêyeke Berfireh” li Hola Lîlon ya taxa Eşrefiyê pêk hat.
Kesayetên serbixwe, siyasetmedar partiyên siyasî û endamên rêxistinên jinan beşdarî civînê bûn.
Têkildarî civînê endama Nivîsgeha Têkiliyê MSD’ê Fatma El Hesîno axivî.
Fatma diyar kir ku her du peyman gavên bingehîn ên xurtkirina lihevkirin û hevkariya neteweyî di navbera hêzên cûda yên li Sûriyeyê de, bi taybetî li bajarê Helebê.
Fatma got, peymana Adar û Nîsanê ne tenê têgihîştinên demkî ne, lê bingehek pratîke ji bo avakirina baweriyê di navbera hemû pêkhateyên cûda de.
Piştre li ser nerînên beşdaran nîqaş hate kirin.



