Di navbera Rûsya û Ukrayna de serbestberdana girtiyan pêk hat.
185 leşkerên girtî û 20 sivîl ên Ukraynî radestî Kîevê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku leşker û sivîlên Rûsyayê niha li Belarûsê ne, alîkariya psîkolojîk û tibbî ya pêwîst digirin, û ew ê ji bo karê başbûn û rehabîlîtasyonê li nexweşxaneyan bên veguhestinê Rûsyayê.
Zelenskyy li ser hesabê xwe yê Telegramê got:
“Em 185 parêzvanên xwe ji dîlgirtina Rûsyayê vedigerînin malên xwe.
183 ji wan leşker û çawiş in, û du jî efser in.
Ew endamên Hêzên Çekdar, Parêzvanên Neteweyî û Xizmeta Sînor a Dewletê ne.
Li gel wan, 20 welatiyên me yên sivîl vedigerin. Hemû piştgiriya pêwîst dê were peyda kirin.”
Zelenskiy destnîşan kir ku di nav kesên ku hatine berdan de di dema xizmetkirina li Santrala Nukleerî ya Çernobîlê de hatine girtin hene.
Zelenskiy got ew ê karên ji bo azadkirina hemû dîlan bidomînin, û ji destpêka şer ve zêdetirî 7 hezar kes vegeriyane welat.
Zelenskî teqez kir ku piraniya wan ji sala 2022’yan vir ve di destê Rûsyayê de ne.



