Şêniyên gundewarê Siwêdayê daxwaza vegera ewle ya li malên xwe, serbestberdana revandiyan û hesabpirsînê ji kesên ku sûc li dijî sivîlan pêk anîne, kirin. Şêniyan diyar kir ku ew ji daxwazên xwe nayên xwarê.
Şêniyan di çalakiyê de daxuyanî da û helwesta xwe ya hevpar a li hemberî binpêkirinên hêzên hikumeta veguhêz nîşan dan, di heman demê de ev daxwazên xwe anîn ziman:
“-Divê gund û herêmên me ji hemû hêzên çekdar ên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz ku gefan li jiyan û ewlehiya sivîlan werin valakirin
-Divê tevahî revanndiyên li cem hêzên hikumeta veguhêz werin berdan û bêyî şert û astengî bi silametî li malbatên xwe vegerin.
-Divê tazîmatên madî û manewî bidin kesên ku zerar li mal û milkên wan bûne.
-Divê alîkariyan bidin malbatên şehîd û birîndaran yên ku canê xwe di rêya parastina gund û rûmeta gel de dane.
-Divê hesab ji berpirsên hêzên hikumeta veguhêz ên ku sûc û binpêkirin li dijî sivîlan kirine were pirsîn.
Duh jî koma “Sebaya Sened” li bajarê Şehba yê Siwêdayê çalakiyek li stadyuma Romanî li dar xist. Di çalakiyê de xwestin revandî werin berdan û binpêkirinên li dijî sivîlan werin rawestandin.


