Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan, bi sedan şêniyên kantona Reqayê bi meşekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk û daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Girse ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a berê ber bi Qada Jina Azad a bajarê Reqayê ve meşî.
Girseyê li Qada Jina Azad deqeyekê rêz girt. Li wir ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Kantona Dêrazorê Nûr El Hesen axivî. Nûr di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: “Ji 1999’an ve Rêveber Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de têkoşîna xwe û belavkirina ramanên demokratîk di nava gel de didomîne.”
Nûr El Hesen destnîşan kir ku jinên ciwan dê têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve bidomînin û diyar kir ku banga wî ya aştiyê bi azadiya wî ya fîzîkî ve girêdayî ye, divê Tirkiye jî berpirsyariyên xwe li hemberî Rêber Abdullah Ocalan bi cih bîne.



