Pentagon: Di êrîşa Eyn El-Esed de mejiyê 109 leşkeran hejiya

Pentagon ragihand ku ji ber êrîşa Îranê ya li ser baregeha Eyn El-Esed a li Iraqê, mejiyên 109 leşkerên Emerîkî hejiyaye.

Pentagonê diyar kir ku ji 109 leşkerên Emerîkî 76 leşker, piştî dermankirinê, vegeriyan ser karê xwe.

Piştî êrîş li ser baregeha Eyn El-Esed Trump gotibû: min bihîstiye hin leşkerên me serê wan di’êşe lê ez dikarim bêjim ku rewşa wan ne pir metirsîdar e.

Piştî kuştina Qasim Suleymanî Îranê 8’ê çileyê bi moşekan êrîşî baregeha leşkerî ya Amerîkî Eyn El-Esed kir.

Back to top button