Yekitiya Esnafan a Kantona Cizîrê konferansa xwe ya yekemîn li bajarê Qamişloyê li dar xist.
Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Yekitiya Ensafan a Qamişloyê Xunav Elî rapora xebatên 2 salên borî yên yekitiyê xwend. Di raporê de pirsgirêkên aborî wekî bilindbûna bacan û cudabûna wan li her bajarekî, bandorên ambargoyê, bêaramiya nirxên pereyan hatin vegotin. Hate gotin, yekitî bi hemahengiya Saziyên Rêveberiya Xweser hewl dide van pirsgirêkan çareser bike û piştgiriyê bide beşdariya jinan di kar de.
Piştre hevserokê Yekitiya Esnafan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nezhan Mehmûd rêzikname xwend.
Di dawiya konferansê de hilbijartina hevserokên rêveberiya yekbûyî ya yekitiyên esnafan ên Qamişlo û Hesekê hatin hilbijartin.
21’ê Cotmehê Yekitiya Esnafan a Kantona Firatê hatibû lidarxistin. Di 28’ê Cotmehê de dê Konferansa Yekitiya Esnafan a Kantona Reqayê were lidarxistin. 2’yê Mijdara bê jî de Kongreya Giştî ya Yekitiya Esnafan a Giştî li bajarê Hesekê were lidarxistin.



